Guherîna taktîka hêzên leşkerî û zêdebûna rêjeya kuştin û birîndarkirina kolberan li sînorê bajarê Bane

19:00 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2022

Hêzên leşkerî piştî guherîna taktîkên bikaranîna çeka tapûr bo teqe kirin ji kolberan, niha şûnda ji çeka “J3 û Kilaşînkof”ê mifahê werdigirin.

Pêka raporên gihîştinî bi Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, ji destpêka meha Gelawêja îsal heta niha du kolberên Kurd bi teqeya hêzên leşkerî yên li ser sînorê bajarê Bane canê xwe ji dest dane û 7 Kolberên din jî her  li ser wî sînorî birîndar bûne.

Her di vê derheqê de çavkaniyek agehdar ji Ajansa “Kurdpa”yê re ragihandiye: Heyameke bi hinceta pêşîgirtin ji hatina hêzên Kurdî bo navxweyê Îranê, hemû binkeyên sînorî yên li bajarê Baneyê, tapûrên xwe komkirine û bi çeka “J3 û Kilaşînkof” teqe ji kolberan dikin.

Rojnamenivîsekî xelkê bajarê Baneyê, li derheq sedema zêdebûna rêjeya birîndarbûn û kuştina kolberan li ser sînorê wî bajarî ji “Kurdpa”yê re ragihandiye: Sedema vê yekê ku niha li sînorê bajarê Baneyê rêjeyek zêde ji kolberan dibin armanca guleyan, qerebalixbûna wî sînorî ye û ragihandiye niha li Kurdistanê tenê ew sînor vekiriye û li tev bajarên derdorê kolber bera xwe didin wir.

Herwisa ev rojnamevan dibêje: Ya ku di vê heyamê de rêjeya kuştin û birîndarbûna kolberan li ser sînorê bajarê Baneyê zêdetir bûye wedigere bo sê sedeman:

Yekem, anîna rêjeyek zêde ji kelûpelan ku pêka yasaya Îranê hatine qedexekirin, weke vexwarinên elkulî, çekên nêçîrkirinê û alavên çêkirina madeyên hişber, ku du ji wan îdiayan dûr in ji rastiyê û tenê vexwarinên elkulî rast e.

Duyem: Kuştina du kes ji hêzên întizamî li ser sînor û ragihandina hikûmetê bi wî awayî ku hêzên dijberên Îranê ew kiryar encam dane, di halekê de rohin bûye ku kuştina wan du kadirên leşkerî, ji aliyê hikûmetê bixwe ve bûye û hevkarên wan bixwe li ser bertîl û pere standin ji kolber û qaçaxçiyan di navbera wan de pirsgirêk derkevtibû. 

Sêyem, îdiaya ku tîmên hêzên dijberî desthilatê û hizbên Kurdî di bin navê kolber an bi hevkariya kolberan li sînoran derbas dibin û  hundrî welat dibin.

Ji aliyek din ve roja Sêşemî ya derbasbûyî, pêka dîmenên ku ji aliyê welatiyên bajarê Baneyê ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê rê hatine şandin, henga sînorî ya bajarê “Bane”yê bi hevkariya Îtlaatê, çend maşînên leşkerî bo “Bilekêv û Çemparaw”ê şandine.

Herwisa Wezîrê Îtilaata hikûmeta Îranê di serdanekê de bo parêzgeha “Sine”yê gef ji partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê xwar.

Herwisa “Îsmaîl Xetîbî” ragihandiye ew welatên ku digel dijminan hevkariyê dikin çavnhêrî tolhildanê bin.

Gefên Wezîrê Îtilaata Îranê wê rastiyê dide xuya kirin ku li ser biriyara wan û bi hinceta parastina ewlehî û hebûna hêzên Kurdî li ser sînorê bajarê Baneyê kolberan dikin armanc.