Greva zindana Urmiyê didome û di roja xwe ya 33’an de ye

19:29 - 22 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Tevî sozên nerast ên karbidestên hikûmeta Îranê li ser guhertina rewşa girtîgeha Urmiyê, zindanî bo bi dest xistina xwestekên xwe yên diyarî kirî, dirêje bi berxwedanê didin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurda, du kes ji girtiyên zindana Urmiyê ku di greva birçîbûnede ne, bi sedema xwîn rêjiya mîde bo nexweşxaneyê hatin veguheztin.

Rewşa tendurustî ya Elî Sulêman û Xizir Resûl Mirowet, di roja 32’emîn de, giran hatiye ragihandin.

Du girtiyên navbirî rexma vereşîna bi xwîn, derman kirina xwe ji aliyê berpirsên zindanê ve qebûl nekirin û li gorî raporta malpera “Nefes der Qefes” (nefes a nav qefesê), dubare ew veguheztin nav zindanê û ligel girtiyên din li ser greva xwe a birsîbûnê dom dikin.

\"23751.jpg\"
Xizir Resûl Mirowet û Elî Ehmed Sulêman 2 girtiyên ku bi sedema xwinrêjiya mîde bo nexweşxaneyê hatibûn veguheztin
Paşve gerrandina 6 girtiyan bo koxûş (bend) a 12’an û mana 34 zindaniyên siyasî tevlî girtiyên bi cezayên giran, nûçeyek din li ser vê pirsê ye ku bi ajansa nûçegihaniya Kurdpa re hatiye ragihandin.

Kampaniya Berevanî kirn ji girtiyên siyasî û sivîl, di raportekî de ragihand: 68 kes ji girtiyên siyasî (bin givaş û zehmetan de), di koxûşeke zindana 4 hezar kesî ya Urmiyê de dimînin; ji wan 68 kesane, 28 kes li koxûşa 12’an de dimn in û 40 kes jî ligel gitiyên din ên bi cezayên giran de ne.

Mesûd Şemsnejad parêzer û girtiyê siyasî ê Kurd, li ser greva birçîbûne berdewam e û piştî rexne girtin ji karbidestên zindanê, bo koxûşa kedkaran hatiye veguheztin ku li wir jî girtiyên tawanbar bi madeyên hişbir û herwisa zindaniyên mekûm kirî bi kuştinê jî hene.

\"23753.jpg\"
Mesûd Şemsnejad parêzer û girtiyê siyasî ê kurd li ser greva birsîbûnê berdevam e û bo koxûşa karkeran hatiye veguheztin
Wekîl Şemsnejad ku îro di roja xwe ya 14’an a greva birsîbûnê de ye, hevderdî ligel girtyên din ên siyasî û rewşa xirab a girtîgehê, her wiha guhertina şert û mercên zindanê ji sedemên berxwedana xwe ya dev ji xwerinê berdanê, da diyar kirin.

Roja borî jêderke agah li Urmiyê ajansa Kurdpa re got: Karbidestên hepsa Urmiyê ligel girtiyên siyasî ên ketinî greva birsîbûne de civînek pêkanîn û bi wan re goin ku koxûşek nû bi wan re amade dikin;bi mercekî ku greva birçîbûnê bi dawî bînin lê girtiyan ew yek nepejirandin û dxwaza bicî anîna hemû xwestekên xwe kirin.

Wê çavkaniya nûçeyan amaje bi wê yekê jî kir ku wan girtiyan ev şert û mercên hikûmeta Îranê (bo guhertina koxîşa girtiyan)tirs ji greva birçîbana gelemperî li Kurdistanê destnîşan kirin û gotin:”Tu zemanetek bo cî bi cî kirina sozên karbidestên hikûmeta Îranê nîne û emê greva birçîbûna xwe bidomîn in.”

Xwesteka serke ya zindaniyan ji wê greva birçîbûnê li Urmiyê, veqetandina bê şert û merc a cezayên cihê reng ji hev di zindanê de ye.

Zimanetên karên bijîşkî ên hewce, zêrevanî kirin ji hemû girtiyên zindanê hember eşkenceyan û reftarên ne mirovane ên karbidestên hikûmetaÎranê qaşo girtiyan de, ji xwestekên din yên girtiyên ketinî girevê, di hepsa Urmiyê de, tên hesibandin.

Çalakvanên siyasî, rojnamenivîs û çalakvanên mafên mirovan, hefteya borî bi riya torên civakî gazî ji xelkê Kurdistanê kiribûn ku roja 22’ê Çileya Pêşîn a 2014’an(1’ê Befranbar a 1393’an a Rojî) greva birçîbûnê pêk bînin.

Herwiha 21 navendên mafên mirovan di daxuyaniyeke nivîskî de, ji civakên Navneteweyî xwestibûn derheq greva birsîbûna hepsa Urmiyê, zext û givaşan bixin ser hikûmeta Îranê.