Grev li Urmiyê bi dawî bû li Ehwazê serî hilda

18:16 - 25 Kanûna pêşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Şert û mercên nebaş ên hundirê girtîgeha Karûn a Ehawaza Îranê, greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ên wê zinbanê bi pey xwe hişt.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, bi dawî hatina Payîzê re 59 gritiyên siyasî ên koxûş (Bend)a 8 a zindana Karûn a Ehwazê, bi rexne girtin û nerazîbûn ji rewşa nav zîndanê, dest bi greva birsîbûnê kirine.

Kesên ketinî gerevê, dxwaza afirandina rewşeke normal li nava girtîgehê de û herwisa tedawî kirina zîndaniyên nexweş kirine.

Çavkaniyên agah li hûndirê zindana navendî aEhwazê, di nûçeyekî de malpere “Nefes der Qefes”(nefes hindirê qefesê) re gotine: Reftara karbidestên zindanê ligel wan xirb e û divê pêdiviyên hevce wek telefon, pirtûk, hevdîtina adî(milaqat hizûrî) û dersên xwendinê li girîgehê de bên lidarxistin.

Cabir Sehrawî û Kazim Xoşnemek ji zindaniyên koxûşa 8 a girtîgehê, bi sedema eşkenceyên hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê tûşî MS û nexweşiyan bûne.

Kesek ji wan girtiyan bi tometa şer ligel Xwedê (Miharibe) bi îdamê hatiye mehkûm kirin.

Hêjayî gotinê ye ku greva birçîbûna Ehwazê piştî bi dawî hatina greva 33 roje ya girtîgeha Urmiyê ku xwestekê wan hatibûn ci bi cî kirin, dest pêkir.

Girtiyên siyasî ên Ehwazî tenê 3 roj li hefeyekî de bo 3’ê deqeyan dikarin peywendiya telefonî hebin û bi carekî li hefteyê, hevdîtina bi telefon(pişt camê) bi malbata xwe re pêk tînin.

Zindana Karûn a Ehwazê bi 4 hezar û 500 girtiyan, yek ji girtîgehên ne ustandard ên Îranê ye ku heya li pêdiviyên here serke yên dermanî jî bêpar meye.