Goristana Behayiyan hate têkdan

21:26 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2016
Ajansa Kurdpa: Goristana Behayiyan, ku qebrên hevwelatiyên Kurd ên îdamkirî di dehka 60’î jî tê de hene, ji aliyê rejîma Îranê ve hate têkdan.

Têkdana goristana Behayiyan di demekê de ye ku li ser bingeha biryarnameyekê ku sala borî berpirsyarên dadwerî bixwe ragehandin, di her parêzgehê de, tenê yek bajar bona bi axê spartina hevwelatiyên Behayî berçav hatiye girtin, û goristana Qurwe li parêzgeha Sinê, tenê cihê bi axê spartina hevwelatiyên Behayî ye.

Her di vê derheqê de hevwelatiyekî Behayî got ku dema bi wî ragehandin ku goristana we hemû têk dane, ez û bavê xwe bi hev re çûne cihê goristanê, lê me dît ku goristana me digel erdê text kirine, û heya qebrên wan Kurdên ku li wir bi axê spartine jî, her hemû ji nav biribûn. Li gor gotina vî hevwelatiyê Behayî, rejîmê 300 darên 20 salî jî, birîbûn.

Ew hevwelatiyê Behayî dibêje ku: “Goristana Cawîd, ku Behayiyan qiran qiran pere ji bo çêkirina wê xerc kiribûn, ji aliyê hêzên ewlekariya rejîmê ve bi hêsanî hate xirabkirin\".

Di goristana Behayiyan de, îdamkiriyên dehka 60’î ên Kurdistanê jî bi axê hatine spartin, û navê wan jî li ser qebrên wan, nehatine nivîsandin.

Her di vê derheqê de hate ragehandin, ku kêlên gora kak Foad jî bo cara çendê hatiye xerabkirin, ku gora 24 xebatkarên din ên Komelê jî li wir e.