Google:Bi Hezaran êmailên “Gmail” yên Îraniyan ji aliyê dewleta Îranê êrîş ser wan hatiye kirin

15:47 - 14 Hezîran 2013
Ajansa kurdpa: Google radigihîne ku berî hilbijartrinên seroktîyê li Îranê, bi awayekî zêdebûyî hewlên êrîşên înternetî li dijî wê têne kirin.

Kompanya Amerîkî îro Pêncşemê bi daxuyanîyekê got, wê nav sê hefteyên borî de gelek e-maîl asteng kirine ku dixwest bi rêka şandina bi hezaran mesajan hesabên karînêrên li Îranê bidizin.

Daxuyanîya Cîgirê Serokê Google yê ji ewlehîyê berpirs, Eric Grosse herwiha got, dema êrîşan û armanckirina kempeynanan nîşan dide ku mebestên sîyasî di pey wan êîşana hene. Lê, Grosse ti hûrgilîyên din nedan.

Daxuyanîya Google hişyarî da ku armanca mesajên e-maîl xapandina karînêran û dizîna hesaba wan e.