Gola Urmiyê Nefesên Xwe yên dawiyê dikêşe

13:53 - 29 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Tevî nêzîk bûn bi demsala Havînê û zêdebûna germa Havînê û kêmbûna avê, rewşa gola Urmiyê berbi xirabiyê dice.

Li gor agehiyên ku li Urmiyê gihîştine destê Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, gola Urmiyê ku wek mezintirîn gola navxweyî ya Îranê tê hesibandin, seva nebûna bername û pîlanên baş û cihê baweriyê rû bi rûyê rewşek gelek xirab û metirsîdar bûye.

Li gor zaniyariyên ku gihîştne destê Kurdpa, piraniya giravên di nava golê de seva kêmbûna ava golê û her wisa goh nedana karbidestên dewletî bi rewşa xirab ya gola Urmiyê,niha tevlî kenarên deryayê bûne yek û edî wek parek ji golê nahên hesibandin.

Li hin ji wan giravane de ku berê balinde û heyvanên wek Mambiz,Hirç, Gor, Xezal û…hdw dihatin ragirtin, niha seva zeliqîna wan giravan bi kenarên hişik yên gola Urmiyê , ji aliyê Îdareya Jîngeparêz ya Parêzgeha Urmiyê ew heyvan jibo cihek dine hatine veguhastin.
Ji aliyek din nûnerê Urmiyê “Nadir Qazîpûr” li Mecilisa Komara Îslamiya Îranê de li rûniştina Roja 18’ê Hezîranê de got:Ava gola Urmiyê 18 Santîmêtran kêm kiriye û wî got:Gola Urmiyê Nefesên Xwe yên dawiyê dikêşîne.

Qzîpûr li hember serokê Mecilisa Îranê Larrîcanî de got:Te sala bihûrî çend pirojeyên bilez jibo rizgar kirina gola Urmiyê anine hole ku ji aliyê nûnerên Parlmantoyê hatin pejirandin, lê heya niha çi tiştek nehatiye encamp dan û gol Urmiyê 32 santîmêtran kêmtir bûye û niha Nefesên xwe yên dawiyê dikişîne.

Gola Urmiyê di salên borî de ligel gelek belayên siruþtî û mirovî rûbirû ye û bi baweriya karnasan gol niha bêhnên xwe yên dawiyê dikþîne û ber bi ziwabûnê diçe. Çêbûna vê diyardeyê xelkê deverê û parêzvanên jîngehê bi ciddî nîgeran kiriye. Çavkaniyên herêmî eþkere dikin, ev diyardeya Gola Urmiyê ji du mehan berî niha destpê kiriye û di salên berê de jî bi kêmî dihat dîtin, lê berpirsyar di vê debarê de gelek xemsariyê dikin.
Karnas sedemên sereke yên sorbûna ava Gola Urmiyê zêdebûna xwê di nav ava golê de, kêmbûna ava þîrîn, hiþkesaliya salên borî û germbûna hewayê dibînin.
Sorbûna ava Gola Urmiyê destpêkê ji beravên Gola Urmiyê li kêleka bajarê Tewrêzê destpê kir û hêdî hêdî hemû rengê ava golê bi xwe re guherand.
 
\"13538.jpg\"

\"13539.jpg\"