givaşên nûnerê bajarê Mihabadê bo ser malbata Simko

17:52 - 30 Çirriya pêşîn 2022

“Celal Mehmûdzade”, nûnerê meclisa komara Îslamîl ji rêya peywendiya telefonê, mamê Îsmaîl (Simko) Mewlûdî, yek ji canjidestdayên 4`ê Xezelwerê li bajarê Mihabadê xiste bin givaşê ku li dijî yek ji partiyên Kurdî weke bikujê kurê xwe sikalayê tomar bikin.

Yek ji xizmên nêzîk yên malbata Mewlûdî di vê derheqê de bi “Kurdpa”yê re da zanîn: “Celal Mehmûdzade” ji rêya peywendiya telefonî ve digel mamê Îsmaîl (Simko) Mewlûdî re ragihand ku pêka lêkolîna ku hatiye encam dan, partiya “Komele” bikujê kurê we ye û dibe hûn li dijî wê partiyê sikalayê tomar bikin, lê mamê Simko di bersiv de ragihand; “Sikalaya me ji şexsê Elî Xamneyî ye, eger hûnê wî ceza bidin, em bên sikalayê tomar bikin, bilî wê yekê me ti sikalayek tune ye.

Êvareya roja Çarşemî 4`ê Xezelwerê, “Îsmaîl Mewlûdî” temen 35 salî û kurê Ebdulqadir li meşa serhildana seranserî li bajarê Mihabadê bi sedema teqeya hêzên ewlehî canê xwe ji dest da.