GIVAŞÊN GIRTIYÊN SIYASÎ LI “XOY”Ê ZAFANDINE

15:16 - 18 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Girtiyên Siyasiye bajarê Xoyê ji aliyê Berpirsên Girtîgeh û Parastina Ittila’ata Girtîgehaê ve ketine jêr givaşan.

Pêka rapora Ajansa Kurdpa û li gor çavkaniyên nava Girtîgehê de, Girtiyên Siyasiye Xoyê ji Mafê asayiye Saziya Girtîgehan jî hatine bê parkirin û hemû rojê ji aliyê Berpirsên Hebsîxaneyê ve têne gazîkirin.

Li wê Girtîgehê, Girtiyên Siyasiye Kurd, nikarin tewlî Girtiyên din ji Hewcehiyên Bêhdaştî û Hewaxwerî û... mifahê bisitînin.

Her wisa Berpirsên han di rojên hevdîtin angu Mulaqatan de Hencetên ne rewa tînin û nahêlin ewna tewlî Malbatên xwe hevdîtinê bikin.

Pêka wê çavkaniyê, ew kiriyare di demekê de tê kirin ku bi dijî Ferq û Ciyawazî xistin û her wisa radestkirina Madeyên Hoşber bo nava Girtîgehê, nerazîtiya xwe derbirîne.

Zêdebarî Nerazîtiya Girtî û Malbatên wan, hêj Berpirsên Hebsîxaneyê dev ji bi kar’anîna wan zoriyan nerakirine.