Givaş Bo Ser Malbata Girtiyê Siyasî Yê Kurd, Bêhrûz Tehmasibî xurtir Bûye

12:10 - 3 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Di heyamê yek meha derbazbûyî de, malbata girtiyê siyasî yê Kurd, Bêhrûz Tehmasibî, çendîn caran bo Îdareya Îtilaata Sine hatine bang kirin.

Li gor nûçeya gihiştî destê Ajansa Kurdpa, piştî ku yek ji endamên malbata Tehmasibî bi navê Kawe Tehmasibî seba givaşên Îranê neçar ma welat terk bike, malbata van du çalakên Kurd ketine bin givaşan û berdewam lêpirsîn ligel wan nemaze bavê wan tê kirin,

Bêhrûz Tehmasibî, çalakvanê siyasî bi tawana hewldan dijî ewlehiya netewî, bi çar sal zîndanê hatiye mehkûmkirin û niha li zîndana navendî ya Seqiz de ye.

Herwiha Kawe Tehmasibî birê Bêhrûz û yek ji çalakvanên sivîl yê Sine û endamê Civata Kesk a Kurdistanê ku berê bo heyamê 18 mehan bi tawana hewldan dijî ewlehiya netewî li zîndanê bû, seba zext û givaşên rejîmê neçar ma welat terk bike.