GIVAŞ BO SER ÇALAKÊN GIRTÎ DE DIDOME

21:37 - 20 Tebax 2012
Ajansa Kurdpa: Malbata “Şaho Husênî”ê Rojnamenivîs ji aliyê Destgeha Ewlehiye Komara Islamiya Îranê ve hatine gazîkirin.

Di dewama Givaş bo ser Malbatên Girtiyên Çandî û Siyasî de bo cara Çendê malbata Şaho husênî ji aliyê Hêzên Ewlehî ve hatine gazîkirin.

Pêka Rapora Kurdpa, li Idareya ittila’atê ji malbata wî re gotine divê Şaho dawiyê bi Çalakiyên xwe ên Çandî bîne.

Ewe di demekê de ye ku heya niha çend caran Bira û Xwîşikên wî ketine ber hereşeyan.

\"5761.jpg\"

Şaho Husênî, Rojnamenivîs, Çalakê çandî, Mamusta û Xwendekarê Karnasiya Bilind ê Zanistên Siyasî li Zanîngeha Xumêynî ye. Di Heyva Gulan a Îsal de seva nivîsandina babetekê bi navê “Ittihada Paqij” ku li ser dijberiya Îranê di Rojhilata Navîn de tewlî Demokrasiyê, hate binçavkirin lê bi Barimteya 80 Milyonî hate serbestberdan. Şaho ji ber ku car din dixwastin wî dest biser bikin, li Îranê reviya.