Girtiyik siyasiyê Kurd, hukmê sêdaredana wî ragindinê

18:56 - 2 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: Mihemed Ebdullahî, girtiyê siyasiyê Kurd ji aliyê şaxa 1a dadgeha inqilaba şarê Mihabadê bi sêdaredanê hat mehkûm kirinê û hukmê vî bi devkî jî bi vî Welatiyê Kurd hat ragihandinê.

Mihemed Ebdullahî sala 1389a rojî li şarê Mihabad, bi tometa endametî û alîkarî tev yekik ji partên Kurd yên opozîsiyona hukûmeta Îran, hat girtin û demik dirêj ji girtinê ji aliyê dezgeha ewlehiya şarê Mihadadê li bin îşkencande bûye.

Hevdem birayê vî girtiyê mehkûm kirî bi sşdaredanê, bi navê “ Emîn Ebdullahî” bi tometa alîkarî û endametî li yekik ji partên Kurd yên opozîsiyona hukûmeta Îran bi 18 sal hewsa teizîrî hete mehkûm kirinê û niha li girtîgeha santrala şarê Ormî, mideyê hukmê xwe dibihorîne.

Mihemed Ebdullahî li sedem lêdana zor dest û pêyik vî şikestibû û li sedem pêre negihîştina midîsîn tûşî nexweşiyê bibû.

Ev girtiyê siyasî, 11 caran ji aliyê dezgeha dadeweriyê hatibû dadgehî kirin û lêpêçanê û li incam de hukmê sêdaredana vî bi forma devkî ji aliyê jêpirsên girtîgeha Mihabadê pêre ragihandibûn.

Mihemed Ebdullahî 35 saliyê û li 4ê Xakelêwa sala 1389a rojî li naw mala xwe ya li şarê Mihabadê hat girtinê.

Ev welatiyê Kurd li dema girtinê de ji aliyê hêzên asayişê şêlikî lêkiribûn û bi birîndarî hatibû girtinê.

Gelemper rûniştinên dadgehî kirina Mihemed BÊYÎ hebûna advokatê parêzer bi rê çone.