Girtiyên siyasî û eqîdetî yên li girtîgeha bajarê Urmiye dawî bi gireva birçîbûna xwe anîn

17:17 - 25 Kanûna pêşîn 2021

Hejmarek ji girtiyên siyasî û eqîdetî yên li girtîgeha bajarê Urmiye li hember veguhastina wan bo benda nû ya “Zêde Ewlehi” bi nîşa nerizayetiyê dest avêtibûne gireva birçîbûnê û li roja Pêncşemî 2ê Befranbarê, dawî bi gireva xwe anîn.

Pêka çavkaniyên agehdar wan girtiyên siyasî û eqîdetî li ser soza berpirsên girtîgehê û neveguhastina wan bo benda “Zêde Ewlehî” dawî bi gireva xwe anîn.

Sîrwan Husênî Esil, Saman Husênî Esil, Mihyedîn Taze Varid, Davûd Cebarî, Emîn Dilnişîn, Yasir Şerefedînî, Xalid Fireydûnî, Erselan Xudkam, Husên Osmanî, Mihyedîn Mela Îbrahîmî, Dara Reşîdî, Keywan Reşozade, Kamran Qasimî, Kamil Seydan Mesken, Enver Çalişî, Mihemmed Se`îdî, Tofîq Ebdulahî, Mihemmed Husênpûr, Xosrew Zerstan, Seyîd Aram Emîn El-Îslam, Ferşad Fetahî, Hamid Elîmihemmed Mişko, Muxtar Îbrahîmî, Rehmet Deryabende, Siyaveş Cewan, Muhsên Mehalî, Tahir Husênzade, Bêhzad Telayî, Hêmin Çavişîn, Bêhroz Berîxlas, Hoşeng Çemen Bira, Hidayet Solêmanzade, Nayîb Eskerî, Elîmihemed Muqedem, Ebdulezîz Gulmihemmedî, Hamid Qere Îxlanî, Serdar Ozmeşe, Mihemmed Bîrdal, Esed (Sakar) Eyînî, Mihemmed Hoşengî, Mihemmedfatih(Saman) Samanî, Fîroz Mûsalû, Şakir Bêhrozî Dîzec, Kêyhan Mukerem, Hatem Ozdemir û Mehdî San`i Ferşî” li roja Dûşemî bi nîşana nerizayetiyê li hember veguhastina wan bo benda nû ya “Zêde Ewlehî” dest avêtibûne gireva birçî bûnê.