Girtiyên bajarê Riwanserê bo Îdareya Îttlata bajarê Kirmaşanê hatin şandin

14:52 - 5 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Piştî girtina 3’ê welatiyên Kurdê xelkê bajarê Riwanserê,ji aliyê hêzên Îttlatî yên komara Îslamiya Îranê, bo girtîgeha Îttlata bajarê Kirmaşanê hatin şandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa,piştî vê yekê ku roja çarşemiyê berwar 1’ê Gulana 2013’an 3’ê welatiyên Kurd yên bajarê Riwanserê ji aliyê hêzên Îttlatî yên komara Îslamiya Îranê hatin girtin,jibo zîndana Îdareya Îttlat ya bajarê Kirmaşanê hatin şandin.

Navê wan 3’ê kesên ku hatine binçav kirin, Adil Muradî temen 27 salî û kurê Esed, Îdrîs Kerîmî temen 30 salî û kurê Mehmûd û Neman Menûçêhrî hatiye ragehandin.

Heta dema bilav bûna vê nûçeyê sebebê girtina wan 3 kesane nehatiye zanîn.