Girtiyekî xelkê bajarê Îlamê canê xwe ji dest da

17:02 - 14 Kanûna pêşîn 2021

Girtiyek ê bi navê “Rûhullah Melekî” temen 30 salî kurê “Elîebas” xelkê bajarê “Mêhran”ê di girtîgeha bajarê îlamê de bi sedema xemsariya perpirsên girtîgehê û xirabiya rewşa tendirustiyê, canê xwe ji dest da.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew girtiye li roja 9`ê Sermawezê piştî 4 roj ji gireva birçîbûnê bo  nîşandana nerizayetiya xwe li hember nexuyayîya dosiya wî ya 10 sale li odeya takekesîn ya girtîgeha bajarê Îlamê bi xwarina derman hewla xwekujiyê dabû û piştî wê hewla “Rûhullah Melekî”, ew bo navenda dermanî ya girtîgehê hatibû veguhastin û me`idê navbirî şuştibûn û bi bê çavedêriya pizîşkî û di demekê de ku rewşa tendirustiya wî nebaş bû, dîsan bo girtîgehê zivirandibûn.

Herwisa wê çavkaniyê got: Ew girtiye di demekê de zivirandine bi girtîgehê ku rewşa wî ya tendirustiyê nebaş bûye û berpirsên girtîgehê li derheq rewşa tendirustiya navbirî xemsar bûne ku piştî têkçûna rewşa tendirustiya wî, ew bo navenda dermanî ya girtîgehê veguhastibûn û roja 10`ê Sermawezê canê xwe ji dest daye”.

Herwisa wê çavkaniyê daye zanîn: Di duyemîn roja gireva birçîbûna navbirî de hêzên girtîgehê navbirî kutane û îşkence kirine û piştre bo odeya take kesî veguhastin.

 “Rûhullah Melekî” li 16`ê Reşemeya sala 1391`an bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hate binçavkirin û li sala 1392`an ji aliyê dadgeha Îlamê ve bi îdamê hatibû cezadan.