Girtiyekî tohmetbar bi “Qetil” bi lêxweşbûna malbata kuştî li darvekirinê rizgar bû

12:57 - 3 Kanûna Paşîn 2021

Girtiyekî tohmetbar bi “Qetil”ê yê bi navê “Se`îd Mihemedîferd” temen 35 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê bi lêxweşbûna malbata kuştî li darvekirinê rizgar bû.

Roja Pêncşemî 11`ê Befranbarê, ew girtî bo cîbicîkirina cezaya îdama wî, bo oda tekekesî ya girtîgeha Sineyê hatibû veguhastin .

Biryar bû “ Se`îd Mihemedîferd” îro Yekşemî 14`ê Befranbarê li girtîgeha navendî ya Sinê bê îdamkirin.

Rêkevta 4`ê Gelawêja îsal, ew girtî piştî wergirtina mohlet bo vê ku rizamendiya malbata kuştî bi dest bixe, di oda tekekesî ya girtîgeha Sinê de bo benda wê girtîgehê zivirandibûn.

Se`îd Mihemedîferd, nîzamîkarek ê hêza bejayî ya Artêşê bûye.

Wî girtiyê sala 1394`an li Sinê, welatiyekî xelkê “Xuremava” a Luristanê kuştibû û ji aliyê dadgeha keyferî ya Sineyê ve bi îdamê hatatibû cezadan, piştre dosyeya wî girtiyê bo “Îcrayê Ehkam” a taya 2 a dadseraya Şoreş a Sine hatibû şandin.

Se`îd Mihemedîferd xwediyê 2 zarok yên bi navên “Yasîn û Narîn” e.