Girtiyekî siyasî yê Kurd di girtîgeha “Mescid Silêman”ê de dest avête bi gireva birçîbûnê

12:18 - 15 Kanûna pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Girtiyekî siyasî yê Kurd, xelkê bajarê Kamiyaranê, bi sedema neveguhastina wî bo nexweşxana derveyê girtîgehê, dest avitiye bi gireva birçîbûnê.

Pêka rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çarşemî, 20`ê Sermawezê “Çengîz Qedem Xêr”, hepsiyê siyasî yê Kurd yê xelkê bajarê Kamiyaranê, li girtîgeha “Mescid Silêman”ê dest avêtiye bi gireva birçîbûnê.

Ew hepsiyê siyasî yê Kurd, bi sedema bêparkirina wî ji çareseriya pizîşkîyê û neveguhastina wî bo nexweşxana derveyê girtîgehê dest avêtiye gireva birçîbûnê.

Pêka gotina çavkaniyekî agehdar, berpisên girtîgeha “Mescid Silêman” û navendên Îtila`atê û leşkerî, pêşî ji veguhastina wî hepsiyê siyasî yê Kurd bo nexweşxaneya derveyî girtîgehê girtine.

“Çengîz Qedemxêr”, rastî nexweşiya Gurçikan hatiye û rewşa tendurustiya wî xirabe.

Berê jî ew hepsiyê siyasî bi sedema mudaxileya Wezareta Îtila`atê li neşandina wî bo mirexesiya pizîşkî, dest avêtibû girev girtinê.

“Çengîz Qedemxêr” xelkê bajarê Kamiyaranê ye û di meha Cozerdana sala 1390`an de, di derdora bajarê Sinê de, ji aliyê hêzên Îtila`ata Spaha Pasdaran ve hatibû desteserkirinê.

Ew hepsiyê siyasî, ji aliyê saziya dadwerî ya hikûmeta Îslamî ya Îranê ve bi tohmetya “Cehdkirin li dijî asayişa netewî û endamê yek ji Partiyên Kurdî”, bi 40 sala heps, hatiye cezadan.

“Mescid Silêman”, 470 Kilometran ji cihê ji dayîkbûna wî girtiye Kurd, dûre.