Girtiyekî siyasî yê Kurd dawî bi jiyana xwe anî

18:47 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Çarşemî 15`ê Pûşperê, girtiyekî siyasî yê Kurd ê bi navê “Metîn Hesenvend” xelkê bajarê Şinoyê, dawî bi jiyana xwe anî.

Ew girtiyê Kurd roja Sêşemî 14`ê Pûşperê, li girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû mirexesiyê û roja Çarşemî 15`ê Pûşperê dawî bi jiyana xwe anî.

Ew welatiyê Kurd li yek ji binkeyên leşkerî li bajarê Şinoyê wezîfeya serbaziyê derbas dikir, û sala 1399`an a Rojî bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Ew girtiyê Kurd piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê, bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

“Metîn Hesenvend” piştre ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurd yên dijberên hikûmeta Îranê” bi 5 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha bajarê Makûyê hatibû cezadan.

Ew serbazê Kurd, yê xelkê bajarê Şinoyê, heyama 3 sal ji 5 salên girtîgeha xwe li girtîgeha bajarê Urmiyê derbas kiribû.

“Metîn Hesenvend” piştî derbasbûna 3 salan ji heyama girtîgeha wî li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Makûyê hatibû dûrxistin.

Termê wî girtiyê siyasî yê Kurd li bajarê Şinoyê bi axê hat spartin.