Girtiyêkî siyasî yê Kurd bi awayekî mercdar hate azadkirin

16:37 - 31 Kanûna Paşîn 2021

Di rojên derbasbûyî de, girtiyekî siyasî yê Kurd yê bi navê “Mihemed Petayişî” kurê Mihemedkerîm xelkê gundê “Qemtere” yê ser bi bajarê Pîranşarê bi awayekî mercdar ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Berê, Wezareta Îtilaatê digel azadkirina wî girtiyê siyasî dijayetî kiribû.

Ew welatiyê Kurd di dadgeha Înqilaba bajarê Urmiyê de bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îranê” bi 7 sal girtîgehê hatibû cezadan.

Ew cezaye roja yekşemî 30 Befranbara sala 1397an di girtîgeha bajarê Urmiyê de bi wî welatiyê re hatibû ragihandin.

Ew welatiyê Kurd, roja Sêşemî 8ê Reşema sala 1396an bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partên Kurdî yên opozîsyona hikûmeta Îranê” ji aliyê parastina Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û bo lêpêçînê bo yek ji navendên Îtilaatî yên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin, herwisa roja Sêşemî 9ê Xezelwera sala 1397an bo derbaskirina qonaxa lêpêçîna xwe bo îdareya Îtilaata Spaha Pasdaran li bajarê Pîranşarê hatibû veguhastin.