Girtiyekî siyasî ê Kurd bi awayeke mercdar hate azadkirin

16:52 - 7 Çirriya paşîn 2021

Roja Şemî 15 `ê Xezelwerê, “Raşid Muntezirî” girtiyê siyasiyê Kurd ê xelkê bajarê Kamiyaranê, bi awayeke mercdar ji gitîgeha wî bajarî, hate azadkirin.

Roja Şemî 7`ê Banemerê, ew girtiyê Siyasî bo cîbecîkirina hukmê wî bo girtîgeha bajarê Kamiyaranê hatibû veguhastin, navbirî di heyama binçavkirinê de li mafê mirexesiyê hatibû bêparkirin. 

Ew welatiye li meha Rêbendana sala 1399an, ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreşa bajarê Sineyê bi serokatiya dadver “Seîdî” bi tohmeta “endambûn û hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê”, bi 5 sal girtîgeha ragirtî û 2 sal girtîgeha teizîrî  bi berçavgirtina rojên berê ên binçavkirinê, hatibû cezakirin.

Piştî “erêkirina cezaya sepandî ji aliyê Raşid(Teslîb bi Reiy) 4 meh ji 2 sal girtîgeha “Raşid Muntezirî” hatibû kimkirin.

Navbirî li roja Şemî 15`ê Befranbara sala 1397an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo girtîgeha îdareya Îtla`ata bajarê Sineyê veguhastibûn.

“Rasîd Muntezirî” piştî heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Kamyaranê veguhastibûn û li meha Banemera sala 1398an, bi danîna barimteyê bi awayeke demkî heya dema dadgehîkirina wî hatibû azadkirin.