Girtiyekî siyasî bi awayekî mercdar ji girtîgeha bajarê Şinoyê hate azadkirin

18:00 - 1 Adar 2021

Roja Şemî 9`ê Reşeme, girtîyekî siyasî yê Kurd yê bi navê “Şefî`î Feqîzade”, xelkê bajarê Şinoyê, bi awayekî mercdar ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Roja Sêşemî 3`ê Befranbara 1398an, ew girtiyê siyasî piştî derçûna cezaya gazîkirin bo dadgehê û bo cîbecîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd Payîza sala 1398an, bi tometa “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” ji aliyê dadseraya giştî û şoreş ya bajarê Şinoyê ve bi 5 sal girtîgeha teizîrî û 5 sal girtîgeha “teilîqî” hatibû cezakirin.

Piştî nerizayetîkirina wî welatiyê bi sepandina cezayê xwe, ew cezaye li dadgeha pêdaçûn a bajarê Urmiyê bo 4 sal girtîgeha teizîrî û 5 sal girtîgeha “te`ilîqî” hatibû guherîn.

“Şefî`î Feqîzade”, meha Rêbendana sala 1396an bi tometa “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îran”, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştî heyama lêpêçînê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.