Girtiyekî Olî li girtîgeha Urmiyê hate mirexesiyê

17:50 - 9 Tebax 2021

Roja Yekşemî 17`ê Gelawêjê, girtiyekî Olî yê Kurd ê bi navê “Tofîq Ebdullahî”, kurê Husên û xelkê bajarê Mihabadê girtiye li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, bo heyama 5 rojan hate mirexesiyê.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, mirexesiya wî girtiyê Olî bi danîna barimteyê bûye.

Herwisa berê berpirsên girtîgeha bajarê Urmiyê digel mirexesî û veguhastina “Tofîq Ebdullahî” bo girtîgeha bajarê Mihabadê, dijayetî kiribûn.

Ew girtiyê Olî 18`ê Gelawêja sala 1395an, bi tohmeta “çalakiyên olî”, bi bê hebûna ti belgyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo heyama 120 rojan li odeya takekesî a îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê de bû.

“Tofîq Ebdullahî” di heyama lipêrsînê de, ji “çavpêkevtin digel malbata xwe û destpêragihîştin bi parêzer” hatibû bêparkirin û piştî veguhastin bo girtîgeha bajarê Urmiyê digel malbata xwe pêwendî girtibû.

Ew girtiye li taya lêpirsînê ya dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê de tohmeta wî hatibû rohinkirin û li taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Urmiyê, bi serokatiya dadwer “Çabok” bi tohmeta “hewildan li dijî tenahiya netewî, dijayetîkirin digel Xwedê û endambûn li girûpên Îslamî”, bi 15 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezakirin.