Girtiyekî Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hate îdamkirin

16:28 - 30 Kanûna pêşîn 2020

Sibêdeha îro Çarşemî 10ê Befranbarê, cezaya îdamkirina girtiyekî Kurd bi tohmeta “qetl”ê, yê bi navê “Mistefa Seyfî” temen 28 salî kurê Eta û xelkê gundê “Wêjnan” yê ser bi bajarê Sewlava, li girtîgeha navendî a bajarê Sineyê hate cîbicîkirin.

Roja Yekşemî 7ê Befranbarê, ew girtiye bo cîbicîkirina cezaya îdamkirina xwe bo odeya kesî a girtîgeha bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Meha Xermanan a îsal, “Mistefa Seyfî” bi wergirtina muhleta sê mehan bo wergirtina rizayeta malbata xwedî kuştî, ji odeya kesî ya girtîgeha bajarê Sineyê, bo benda wê girtîgehê hatibû veguhastin.

Ew girtiye roja Yekşemî 2ê Xermananê bo cîbicîkirina cezaya xwe ji odeya kesî ya girtîgeha bajarê Sineyê hatibû veguhastin û biryar bû roja Pêncşemî 6ê Xermananê cezayê wî bê cîbicîkirin.

“Mistefa Seyfî” rêkevta 5ê Banemera sala 1394an, kesek bi navê “Kosar Seyfî” kurê “Sidêq”, ku yek ji xizmên wî yê nêzîk bû û navbirî bi sedema pirsgirêkên namûsî kuştibû.  

Ew girtiye piştre, rêkevta 5ê Xakelêweya sala 1395an, bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgeha dadweriyê ve bi “qisas” hatibû cezadan û ew cezaye jî di sala 1397an de ji aliyê dîwana bilind a welat ve hatibû piştrastkirin.