Girtiyekî Kurd li girtîgeha bajarê Kirmaşanê hat îdamkirin

19:42 - 11 Hezîran 2022

Sibêdeha roja Sêşemî 10`ê Cozerdanê, cezayê îdamkirina girtiyekî Kurd ê bi navê “Eyûb Letîfî” ku berê bi tohmeta “kuştina bizanebûn” bi “qisas”ê hatibû cezadan, li girtîgeha navendî ya bajarê Kirmaşanê (Dîzilava) hat cîbicîkirin.

Li gor rapora saziya mafê mirovî ya Îranê, nûçeya piştrastnekirî bas ji wê dike ku digel “Eyûb Letîfî” de, çar girtiyên din jî hatine îdamkirin.

Di wê rapora saziya mafê mirovî ya Îranê de hatiye: “Heta dema belavbûna vê nûçeyê, îdamkirina wî welatiyê Kurd ji aliyê medyayên navxweyî yên Îranê û çavkaniyên fermi ve, nehatiye ragihandin.