Girtiyekî Kurd di girtîgeha bajarê Urmiyê de dest avête gireva birçîbûnê

12:36 - 5 Şibat 2020

Roja Şemî, 12`ê Befranbarê, girtîyekî Kurd ê bi navê “Selam Merdan” kurê “Xalîd” û temen 28 salî û xelkê gundê “Sûrce” a ser bi bajarê Şinoyê, di girtîgeha bajarê Urmiyê de li derheq neroniya qedera wî, navbirî dest avêtiye bi gireva birçîbûnê.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, ew girtiyê Kurd, cara 7`ê ye ku bo dadgehîkirinê ji bo dadgeghê tê veguhastin, û heya niha cezayê wî girtiyê Kurd nehatiye dan.

Ew girtîyê Kurd, heyama 15 mehan e ku di girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de ye, û heya niha çarenivîsa wî nexuya ye.

Hêzên Îtla`atê, roja 8`ê Xezelwera sala 1397`an, ew welatiyê Kurd, li cihê karê wî binçav kirin, û navbirî bo cara yekê karî roja Duşemî 3`ê Befranbara heman salê, heyama 10 xûlekan digel malbata xwe hevdîtinê bike.