Girtiyekî Kurd bo yek ji girtîgehên ewlehî yên Urmiyê hate veguhastin

17:18 - 6 Çirriya paşîn 2021

Ciwanekî Kurd ê bi navê “Sîna (Kerîm) Mînayî”, temen 18 salî, kurê Mistefa xelkê gundê “Sewce” yê ser bi bajarê Şinoyê, piştî heyama binçavkirinê bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hate veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, ew welatiye di heyama binçavkirinê de li “destpiragihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe”, hatiye bêparkirin.

Roja Şemî 11`ê Xezelwerê, “Sîna Mînayî” digel ciwanekî dine ê bi navê “Ebdulla Yûsifî”, xelkê gundê “Sewce” yê ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûne binçavkirin.

Hêzên ewlehî ew 2 ciwanin Kurd bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî binçavkiribûn û di dawiya çend demjêmuran de “Ebdûlla Yûsifî” hatibû azadkirin.

Herwisa “Sîna Mînayî” li sala 1399an, bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên dijberî hikûmeta Îranê”, hatibû binçavkirin û di dawiya lêpirsînê de bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zanyariyek li ber dest nîne.