Girtiyekî Kurd bo rizgarbûn ji îdamê hewcehî bi yarmetiya malî heye

17:12 - 13 Kanûna pêşîn 2020

Girtiyek Kurd bi tawana “qetl”ê yê bi navê “Mehdî Mistefazade Birdyanî” kurê “Medenî” xelkê gundê “Mernê” yê girêdayê dewera Soma û Biradost a ser bi bajarê Urmiyê, bo rizgarbûn ji îdamê hewcehî bi yarmetiya malî heye.

Ew girtiye çend sal beriya niha di encama şer û pevçûnekê de, welatiyek kuştiye û bi navbentçîtiya rêdîn spiyan, malbata xwedî kuştî bi wergirtina 500 milyon Tumen diye hazir in ku ji wî welatiyê Kurd xweş bin.

Heya niha nêzî 166 milyon ji 500 milyon pereyê diyê hatiye komkirin û hewce ye ku nêzî 334 milyon Tumenê din bê komkirin heya malbata xwedî kuştî ji wî girtiyê xweş bin.