Girtiyekî Kurd bo cîbicîkirina cezaya xwe bo odeya kesî hate veguhasyin

17:22 - 29 Kanûna pêşîn 2020

Roja Yekşemî 7ê Befranbarê, girtiyekî Kurd bi tohmeta “qetl”ê, yê bi navê “Mistefa Seyfî” temen 28 salî kurê Eta û xelkê gundê “Wêjnan” yê ser bi bajarê Sewlava, bo cîbicîkirina cezaya xwe ya îdamê bo odeya kesî a girtîgeha bajarê Sineyê hate veguhastin. 

Pêka gotina yek ji girtiyên wê girtîgehê, malbata “Mistefa Seyfî” nekarîne diyeya malbata xwedî kuştî bidin û biryar e roja Çarşemî 10ê Befranbarê, cezaya îdamkirina wî girtiyê bê cîbicîkirin.

Meha Xermanana îsal, Mistefa Seyfî bi wergirtina muhleta sê mehan bo wergirtina rizayeta malbata xwedî kuştî, ji odeya kesî ya girtîgeha bajarê Sineyê, bo benda wê girtîgehê hatibû veguhastin.

Ew girtiye roja Yekşemî 2ê Xermananê bo cîbicîkirina cezaya xwe ji odeya kesî ya girtîgeha bajarê Sineyê hatibû veguhastin û biryar bû roja Pêncşemî 6ê Xermananê cezayê wî bê cîbicîkirin.

“Mistefa Seyfî” rêkevta 5ê Banemera sala 1394an, kesek bi navê “Kosar Seyfî” kurê “Sidêq”, ku yek ji xizmên wî yê nêzîk bû û navbirî bi sedema pirsgirêkên namûsî kuştibû.  

Ew girtiye piştre bi tohmeta “kuştina bizanebûn” hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgeha dadweriyê ve bi “qisas” hatibû cezadan û ew cezaye jî di sala 1397an de ji aliyê dîwana bilind a welat ve hatibû piştrastkirin.