Girtiyekî Kurd bi tohmeta kuştinê li girtîgeha bajarê Seqizê hate îdamkirin

17:08 - 17 Kanûna pêşîn 2020

Îro Pêncşemî 27ê Sermawezê, girtiyek bi navê “Mihemed Muradî” xelkê bajarê Seqizê, li girtîgeha wî bajarî hate îdamkirin.

Tohmeta wî girtiyê “qetl” bûye.

Termê wî girtiyê, radestî malbata wî hatiye kirin û bi axê hatiye spartin.

Ew girtiye 5 salan beriya niha di encama şer û pevçûnê de li taxa 32 mêtrî ya bajarê Seqizê, welatiyekî din yê bi navê “Elîekberzahidî” kuştibû.

Ew welatiye piştî binçavkirinê, ji aliyê dezgeha qezayî ve bi îdamê hatibû cezadan û her li wê heyamê heta dema îdamkirinê di girtîgeha bajarê Seqizê de bû.