Girtiyekî Kurd bi hewl û têkoşîna xelk û çalakvanên medenî ji daliqandinê rizgar bû

15:40 - 17 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Girtiyê Kurd yê xelkê bajarê Sine bi rizamendiya malbata welatiyê ku hatibû qetilkirin, ji îdamê rizgar bû.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 27`ê Cozerdana 1398`an, girtiyê Kurd yê bi navê “Êrfan Heyderiyan” yê temen 27 salî, li girtîgeha bajarê Sine bi rizamendiya malbata welatiyê ku hatibû qetilkirin, ji îdamê hate rizgarkirin.

biryar wisa bû ku îro Duşemî 27`ê Cozerdanê, ew girtiyê Kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Sine bê bidar vekirin.

Çalakvanên medenî û xelkên bajarê Sine bo pêşîgirtin ji îdamkirina wî girtiyê û bo rizamendîvergirtin ji malbata welatiyê ku hatibû qetilkirin, li pêş deriyê girtîgeha bajarê Sine kombûn û bi hewla wan ew hepsiyê Kurd ji îdamkirinê rizgarikirin.

“Êrfan Heyderiyan” 10 salan berî niha, bi tohmeta qetilkirina welatiyê bi navê “Arman Zari`î”, ji aliyê dezgeha dadweriyê ve, cezaya îdamê bo hatibû birîn.