Girtiyeke xelkê Dîwanderê li girtîgeha navendî ya bajarê Bîrcendê hate îdamkirin

17:30 - 13 Nîsan 2021

Sibedehiya roja Duşemî 23ê Xakelêwe, cezaya îdam bi ser girtiyekê bi navê “Erselan Muradî” kurê “Ebdulla” û xelkê bajarê “Dîwanderê” li girtîgeha navendî ya bajarê “Bîrcend”ê hate cîbicîkirin.

Yek ji kesên nêzî wî girtiyî, di hevpeyvinekê de digel Ajansa Nûçegehaniya “Kurdpa”ê ragihandiye: “Erselan Muradî 2 salan berî niha li parêzgeha Xurasanê hatibû binçavkirin û  Dezgeha Dad a hikûmeta Îranê, bi tohmeta “Madeyên hişber” cezaya îdamê bi ser de sepandibû.

Navbirî gotiye: “termê wî girtiyî radestî malbata wî hatiye kirin û îro, Sêşemî, 24ê Xakelêwe bi axê hate spartin”

Erselan Muradî xêzandar û bavê 2 zarokan bû.