Girtiyek Siyasî yê Kurd li zîndana Mînabê, hewila xwe kuştinê da

14:55 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Girtiyek siyasî yê Kurdê xelkê bajarê Kirmaşanê bi nîşaneya nerizayî li hember biryara dadgehê û durxistin li zîndana bajarê Sinê bo zîndana Mînab li parêzgeha Hurmizganê û rewşa xirab ya vê girtîgehê,hewila xwe kuştinê da.

Kampayna navneteweyî ya mafê mirovan li Îranê de li ziman çavkaniyek haydar bilav kir, roja Çarşemiyê berwar 3’ê Tîrmeh “Efşîn Suhrabzade” girtiyê siyasî yê kurd û xelkê bajarê Kirmaşanê ku heyamê pitir li 2 salan beriya niha li zîndana navendî ya bajarê Sinê bo zîndana Mînab hatibû durxistin, bi xwarina şîşeyên Lampê û birîna demara destê xwe, hewlia xwe kuştinê da.

Çavkaniyê basê vê yekê kir, piştî veguhastina wî bo para dermanî ya zîndanê û seba rewşa xirab ya cesetyî û nebûna îmkanên çareseriyê, jibo yek li navendên dermanî yên bajarê Mînabê hatiye veguhastin û piştî çareseriyê bo zîndanê hatiye zivirandin.

Efşîn Sohrabzade yê temen 23 salî û xelkê bajarê Kirmaşanê bi tawana endametî û alikariya yek li partiyên Kurdistanî, ji aliyê dadgeha bajarê Sinê bi 25 salan zîndanê û durxistin bo zîndana bajarê Mînabê hatiye mehkûm kirin.

Navbirî li sala 2010’an de li cadeya Sinê bo Seqizê ji aliyê hêzên Îttlatî yên bajarê Kamiyaranê hate girtin û bo Îdareya Îttlat ya bajarê Sinê hate veguhastin.

Ji aliyek din Mihemed Ebdullahî zîndaniyê Siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Mihabdê ku li zîndana vî bajarî hatiye ragirtin, li rewşek xirab ya saxlemiyê de ye û heya niha li hebûna parêzer bêpare.

Mihemed Ebdullahî li sala 2010’an de li mala xwe de li bajarê Mihabadê hate girtin ku li wir bi teqeya hêzên dewleta Îranê hate birîndar kirin û piştre bo Îdareya Îttlatê hate veguhastin.

Navbirî haya niha parêzer nine û bi tawana dijberiya tevî xwedê û endametî di yek li partiyên Kurdistanî de hatiye girtin û heya niha 9’caran ji aliyê çiqa 1’ê ya dadgeha bajarê Mihabadê hatiye dadgehî kirin.