Girtiyek siyasî yê Kurd bi pêbenda elekteronîkî ji girtîgeha bajarê Şinoyê hat azadkirin

17:38 - 24 Tebax 2022

Roja Sêşemî 1`ê Xermananê, “Mela Mecîd Hemîdî” girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê gundê “Şawane” ya girêdayî bajarê Şinoyê, bi pêbenda elekteronîkî ji girtîgeha wî bajarî hat azadkirin.

Ew girtiyê siyasî yê Kurd temen 46 salî, ji aliyê taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê Şinoyê, bi serokatiya “Mêhdî Rezayî” bi tohmeta “hevldan li dijî tenahiya netewî ji rêya endambûn digel yek ji partiyên Kurdî” bi 5 sal girtîgeha Te`izîrî û du sal girtîgeha ragirtî hat cezadan û cezayê te`izîriya wî piştî “teslîm bi re`î” bo sê sal û 6 meh hat kêmkirin.

“Mela Mecîd Hemîdî” rêkevta 15`ê Banemera sala 1400`an a Rojî, bona cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Nexedê hate veguhastin û piştî 8 meh ragirtin li wê girtîgehê, bo girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû veguhastin.  

Roja Pêncşemî 24`ê Rezbera sala 1399`an a Rojî, hêzên ewlehî êrîşkirin li ser mala wî welatiyê Kurd û bi bê hebûna ti belgeyên yasayî navbirî binçavkiribûn.

Ew welatiyê Kurd meha Sermaweza sala 1399`an a Rojî, piştî bidawîhatina heyama lêpirsînê ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin û meha Befranbara heman salê, bo girtîgeha bajarê Şinoyê, hatibû veguhastin.