Girtiyek siyasî piştî dawîpêhatina heyama girtîgeha wî hate azadkirin

19:36 - 17 Gulan 2021

Girtiyekî siyasî ê bi navê “Umîd Îbrahîmî”, kurê Qadir û xelkê bajarê Şinoyê, piştî dawîpêhatina heyama girtîgeha wî ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin. 

Ew girtiyê siyasî 10`ê Banemerê, ji girtîgeha bajarê Şinoyê hatibû azadkirin.

“Umîd Ebrahîmî”, Pûşpera sala 1397an, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêkolînê bo girtîgeha Îtla`ata Spahê li bajarê Urmiyê veguhastibûn.

Ew welatiye, piştî lêkolînê ji girtîgeha Spahê li bajarê Urmiyê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heya qonaxa dadresiyê hatibû azadkirin.

Navbirî sala 1397an, bi tohmeta”hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberê hikûmeta Îran”, li dadgeha şoreş a bajarê Şinoyê hate dadgehîkirin û bi 2 sal û 6 meh girtîgeha teizîrî hatibû cezakirin û piştre ew cezaye li dadgeha pêdaçûn bo 2 sal girtîgeha teizîrî hatibû kimkirin.

“Umîd Îbrahîmî” 23`ê Xermanana sala 1398an, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Şinoyê veguhastibûn.