Girtiyek Siyasî ê Kurd Gireva Birçîbûnê girt

15:02 - 5 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Zîndaniyek Siyasî ê Kurd seva eşkence û reftara xirab a hêzên ewlekarî ên Komara Îslamiya Îranê li zîndana Êvîn a bajarê Tehranê dest bi gireva biçîbûnê kir.

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa nûçegihani a Kurdpa:Riza Şerîfî ê Bokanî zîndaniyê Siyasî ê Kurd, roja Çarşem berwar 11’ê Çileya Paşîn di benda 209’a zîndana Êvîn seva nerzaîbûn bi vegohastina vî jibo vê girtîgehê û li hember reftara xirab a hêzên ewlekarî ên komara Îslamiya Îranê ,gireva biçîbûnê girt .

Berê jî Riza Şerîfî ê Bokanî li dema vegohastinê li zîndana “Recaî Şehr”a Kercê de jibo benda 209’a girtîgeha Êvîn gotibû ku eger haya 2 heftiyên din venegerêm girtîgeha Recaî Şehrê,dê dest bidete gireva birçîbûnê .

Kesek nêzîk ji malbata wî bi Ajansa Kurdpa got:Malbata wî girtî,ji bilî dilgiraniya xwe li hember rewşa saxlemî a kurê xwe, daxwazê ji hemû rêkxistinên navneteweyî ên mafê mirovan kirine ku bi hawara kurê wan bihên.

Berwar 31’ê Çileya Pêşîn Riza Şerîfî ê Bokanî girtiyê siasî ê Kurd bi biryara Serdozgeriya Tehranê û ji aliyê hêzên Îttlatî ên Komara Îslamiya Îranê li zindana “Recaî Şehr”a kerecê jibo benda 209 a hepas Êvînê hat vegohastin.