Girtiyek siyasî ê Kurd di girtîgeha “Recaî Şehera Kerec”ê dest bi gireva birçîbûnê kir

12:48 - 24 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Girtiyek Kurd bi nîşaneya nerazîbûn bi reftara xirab û nedana mirexesiyê ji aliyê karbidestên zîndana han dest bi girevê kir.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajnasa nûçegihaniya kurdpa, girtiyek Kurd ê bi nave “Rehîm Elyasî”naskirî bi “Şehram”û xelkê bajarê Bokanê, heyamê 5’rojane li girtîgeha Recaî Şehra a Kerecê dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

çavkaniyek haydar li zîndana Recaî Şehrê bi nûçegihaniya kurdpa ragehand: Şehram Êlyasî şeva Înê rewşa saxlemiya vî têkçûye û seva vê yekê jibo Bêhdariya zîndanê hatibû şandin, lê Pizîşkê zîndanaê bi biryara berpirsyarê zîndanê navbirî çareser nekiriye.

Şehram Êlyasî di sala 2008’anji aliyê hêzên ewlekarî ên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Bokanê de hat girtin û piştî bi sûçê “hewil dan jibo têkdana tenahiya Netewî”li rêya ragirtina çek û teqemeniyan ji aliyê dadgeha Şoriş a wî bajrî bi 11 sal zîndana tezirî hat mehkûm kirin.

navbirî piştî vê ku hûkmê wî ji aliyê dadgeha pêdaçûnê hat piştrast kirin,jibo derbas kirina zîndanê li bajarê Bokanê bo zîndana Recaî Şehra hat dûrxistin û pitir ji 5’salane ku di zîndanê deye..