Girtiyek li gitîgeha bajarê Îlamê hate îdamkirin

19:34 - 17 Gulan 2021

Pêka rapora nûçegihaniya “Hêrana”yê, sibeha roja Yekşemî 26`ê Banemerê, cezaya îdamkirina girtiyek ê bi navê “Cemal Mihemedî”, bi tohmeta “qetil”, li girtîgeha Îlamê hate cîbecîkirin.

Nûçegihaniya “Hêrana”yê ragihaniye: Ew girtiye bi amadebûna malbata kuştî hate Îdamkirin û navbirî nêzî 2 sal berî niha di dema serbazîkirina bi zorê de, li yek ji padiganên bajarê “Îlam”ê li encama pevçûn û şer digel berpisê xwe, navbirî kuştibû.

Ew girtiye, ji aliyê dezgeha dadwerî ve bi tohmeta “qetil” bi îdamê hatibû cezakirin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, îdamkirina Cemal Mihemedî, ji aliyê mediyyên navxweyî yên Îran û çavkaniyên fermî re nehatiye ragihandin.