Girtiyek li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate îdamkirin

18:09 - 10 Nîsan 2021

Sibêdeha roja Şemî 21`ê Xakelêwe, cezaya îdamkirina girtiyeke Kurd yê bi navê “Bayezîd Reşîdî”,yê kurê Nacî, yê xelkê gundê “Kelhur” ê ser bi bajarê Urmiyê, li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate cîbicîkirin.

Ew girtiye li roja Pêncşemî 19`ê Xakelêwe bo cîbicîkirina cezaya îdamkirinê bo odeya take kesî ya girtîgeha bajarê Urmiyê, hatibû veguhastin.

Berê, “Bayezîd Reşîdî” bi tohmeta “madeyên hişber”, ji aliyê Dezgeha Dad a hikûmeta Îranê ve bi Îdamê hatibû cezadan.

Li wê derheqê de, li Sibêdeha roja Yekşemî 15`ê Xakelêwe, sê girtî yên bi navên “Ehed Hebîbwend”, kurê Husên, “Sadiq Mehî”, kurê Îsa û “Mihemed Mehmûdî”, kurê Hacî Husên ku berê bi tohmeta “madeyên hişber” bi îdamê hatibûne cezadan, li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê, hatine îdamkirin.