Girtiyek li girtîgeha Bokanê dest avêt bi gireva birçîbûnê

18:28 - 6 Hezîran 2021

Roja Çarşemî 12ê Cozerdanê, girtiyek ê bi navê “Azad Seîdî”, temen 39 salî, kurê Rehman û xelkê bajarê Bokanê, bona nîşandana nerizayetiya xwe li derheq ragirtina merexesî bo navbirî li ser biryara Dadstan, li girtîgeha wî bajarî de man girt. 

Pêka çavkaniyeke agehdar li girtîgeha bajrê Bokanê, ew girtiye piştî mangirtinê, bo benda qerentîne ya girtîgehê hatiye veguhastin.

Ew girtiye, 7 salan berî niha bi tohmeta “sûçên madeyên hişber”, bi 25 sal girtîgehê hatibû cezakirin.

Azad Seîdî, piştî 5 salan ragirtina wî li girtîgeha bajarê Urmiyê, 2 salan berî niha bo girtîgeha bajarê Bokanê hatibû veguhastin.