Girtiyek li girtîgeha bajarê Urmiyê hate îdamkirin

17:01 - 14 Adar 2022

Sibêdeha îro Duşemî 23`ê Reşeme, berpirsên girtîgeha li ser rêya gola bajarê Urmiyê cezayê îdamkirina girtiyekê li girtîgeha wî bajarî cî bi cî kirin.

Saziya mafê mirovî ya Îranê, nasnameya wî girtiyê îdamkirî “Îbrahîm Nesîrxah” ragihand.

Wê çavkaniyê herwisa nivîsiye; Berpirsên girtîgeha li ser rêya gola bajarê Urmiyê, ew girtiye bi tohmeta “pewywendîda bi madeyên hişber” îdam kirine.

“Îbrahîm Nesîrxan”, heyama sê salan e li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê de ye û roja derbasbûyî, bo cîbicîkirina cezayê îdamkirinê bo odeya takekesî hatibû veguhastin. 

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, îdamkirina wî girtiyê, ji aliyê medyayên navxweyî yên Îranê ve nehatiye ragihandin.