Girtiyek Kurd bi lêdana derziyê canê xwe ji dest da

16:08 - 24 Şibat 2012
Kurdpa: Hemwelatiyek destbiserkirî ê Kurd li bajarê Makuyê de bi lêdana derziyê li bêhdariya nav girtîgehê de can da.
Li gorî nûçeya Ajansa Kurdpa, Îshaq Himetî Cînîkanlû kurê Mistefa bi armanca çareseriya pizişkî rewaneyê bêhdariyê hatibû kirin, lê li encama derzîlêdana ji aliyê pêrsinêlê bêhdariyê ve canê xwe ji dest da.
Îshaq Hêmetî Cînîkanlu xelkê gundê “Yarmiq” a ser bi bajarê Makuyê heyamê salekê bû ku bi tometa kirîn û firotina madên sirker hatibû girtin.
Her li vê derheqê de hate ragehandin ku birayê wî bi navê Hosên Himetî Cînîkanlû jî bi bê tu sedemekê ji aliyê berpirsên girtîgehê ve hatiye girtin.