Girtiyek ku gumana Koronayê heye di girtîgeha Urmiyê de tê ragirtin

17:33 - 27 Adar 2020

Girtiyê Kurd ê bi navê 'Abdul Selam Merdan' xelkê gundê  “Sewce” a girêdaya bajarê Şino yê, piştî evê ku bi awayê Urjansî bo nexweşxaneya dervey bajarê Urmiyê hatibû veguhastin, piştî zivrîna wî bo benda qerentîne a girtîgehê, guman heye ku tûşê vîrosa kironayê bûye.

Li gorî çavkaniyek naskirî li girtîgeha bajarê Urmiyê, ew girtiyê Kurd bo heyamê 15 rojan dê di qerentînê dê bê ragirtin.

Roja Şemî 2`ê Xakelêwê, ew girtiyê Kurd bi sedema ta û lerzeke tunid, bo têsta Kironayê bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin.

Roja Şemî 12`ê Rêbendanê, “ Selam Merdan” bi tohmeta nerizayetî nîşandan li ne xûyabûna qedera xwe, keftibû gireva birçîbûnê, ew girtiyê Kurd bo cara 7 bû, ku bo dadgehîkirin bo dadgehê hatibu veguhastin û heya niha jî hukmê wî girtiyê Kurd nehatiye dan.

Hêzên Îtla`atê roja 8`ê Xezelwera sala 1397`an, ew welatiyê Kurd li cihê karê wî dasteserkirin û bo yekem car şiyabû roja Dûşemî 3`ê Befranbarê, bo heyamê 10 xulekan di gel malbata xwe hevdîtinê bike.