Girtiyek di girtîngeha bajarê Urmiyê de canê xwe jidest da

16:55 - 11 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Girtiyekî Kurd yê xelkê devera Tirgewer a ser bi bajarê Urmiyê bi sedema pêranegihîştina pizîşkan û dereng birin bo nexweşxana derveyê girtîngehê canê xwe jidest da.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, şeva yekşemî 19`ê Xezelwerê, girtiyekî Kurd yê bi navê “Mer`an Xemo” kurê “Hecî Qasim”, xelkê gundê “Kelan Kanî” a girêdayî devera Tirgewr, bi sedema pêranegihîştina pizîşkî û dereng birin bo nexweşxanê, di girtîngeha navendî ya bajarê Urmiyê de canê xwe jidest da.

Bi gotina çavkaniyeke agehdar di girtîngeha bajarê Urmiyê de, ew girtîye roja Înê 7`ê Xezelwerê, piştî wê ku rewşa tendurostiya wî nebaş bû bo dermanxana girtîngeha bajarê Urmiyê şandin, û bê wê ku rewşa wî bigiştî baş be bo benda 15 hate veguhastin.

Herwisa çavkaniya agehdar daye zanîn ku, berpirsên girtîngeha bajarê Urmiyê ji bo şandina wî girtiyê bo nexweşxana derveyê girtîngehê dijberî kirine, û navbirî şeva yekşemî 19`ê Xezelwerê, bi sedema rewşa tendurostiya nebaş û dereng birin bo nexweşxanê, di girtîngeha navendî ya bajarê Urmiyê de canê xwe jidest da.

Ew girtiyê Kurd di sala 1394`an de, bi tohmeta “guştina bizanebûn” hatibû desteserkirin û ji aliyê dezgeha dadwerî ya hikûmeta Îranê ve, bi Îdamê hatibû cezadan.