Girtiyek di girtîgeha bajarê Mihabadê de hate îdamkirin

18:18 - 30 Hezîran 2021

Sibêdeha roja Çarşemî 9`ê Pûşperê, girtiyekî Kurd ê bi navê “Mihemedtahir Silêymanî”,  temen 65 salî û xelkê gundê Dizê yê devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, li girtîgeha bajarê Mihabadê hate îdamkirin.

Ew girtiye roja Sêşemî 8`ê Pûşperê, bo cibecihkirina cezaya îdamkirina wî, bo odeya take kesî veguhastibûn û malbata navbirî bona çavpêkevtina dawiyê bo girtîgeha bajarê Mihabadê hatibûne gazîkirin

“Mihemedtahir Silêymanî”, 3 sal berî niha bi tohmeta “madeyên hişber” hatibû binçavkirin û ji aliyê dezgeha Dad ve bi îdamkirinê hatibû cezakirin.