Girtiyek bi tohmeta “guştina bizanebûn” hate jidarvekirin

16:58 - 12 Çirriya paşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Cezayê jidarvekirina girtiyek ku di girtîngeha bajarê Urmiyê de ku ji aliyê dezgeha dadwerî ya hikûmeta Îranê ve hatibû pejirandin, di girtîngeha wî bajarî de hate cîbicîkirin.

Li gor rapora ku gehîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, sibêdeha îro Sêşemî, 21`ê Xezelwerê, girtîyek bi navê “Mêysem Qurban Nijad” yê temen 28 salî, di girtîngeha navendî ya bajarê Urmiyê de hate jidarvekirin.

Ew girtîye roja Duşemî, 20 ê Xezelwerê, bo cîbicîkirina cezayê wî, ji aliyê berpirsê girtîngeha bajarê Urmiyê ve, bo oda tekekesî hatibû veguhastin.

Dezgeha dadwerî ya hikûmeta Îranê bi tohmeta “guştina bizanebûn” cezayê jidarvekirinê, di ser “Mêysem Qurban Nijad” de sepandibû.