Girtiyek bi sedema îşkenceya dijwar a hêzên di nav girtîgeha bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da

18:23 - 19 Gulan 2021

Şeva Duşemî 27`ê Banemerê, girtiyek ê bi navê “Emîr Rizayî”, temen 35 salî xelkê bajarê Urmiyê di encama îşkenceya dijwar a hêzên di nav girtîgeha bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da.

Pêk gotina Çavkaniyeke agehdar ji girtîgeha bajarê Urmiyê, ew girtiye bi sedema îşkenceya dijwar a hêzên nav girtîgehê bêhiş dibe û di bêhdariya girtîgehê de canê xwe ji dest dide .

Herwisa wê çavkaniyê ragihandiye: Roja Yekşemî 26`ê Banemerê, bi sedema pevçûn li navbera girtiyên benda 14 a girtîgeha bajarê Urmiyê, Emîr Rizayî û çend girtiyên din bo odeya takekesî veguhastibûn û navbirî êvareya roja Şemî di dema vekirina deriyê oda takekesî bo benda 1 û 2 reviyaye û rastî îşkence û lêdana hêzên nav girtîgehê hatiye. 

Herwisa wê çavkaniyê gotiye, ku ew girtiye bi sedema Îşkenceya dijwar a 4 meimûrên di nav  girtigehê de bêhiş dibe û li bêhdariyê de canê xwe ji dest dide.

Termê wî girtiyî bo dereveyê girtîgeha bajarê Urmiyê hatiye veguhastine û heya niha bi malbata wî re nehatiye dan.

Emîr Rezayî, 10 salan berî niha, bi sedema tohmeta karê madeyên hişber hatibû binçavkirin û bi 20 sal girtîgehê hatibû cezakirin.