GIRTIYEK, BI ÎDAMÊ HATE MEHKÛM KIRIN

16:02 - 15 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Welatiyek Merîwanê bi bi darvekirinê hate mehkûmkirin.

Saman Neîmî ji aliyê çiqa Yekê a Dozgeha Inqilaba Mehabadê ve bi tometa hevkariya partiyek Kurd bi bidarvekirinê ve hate mehkûmkirin.

Nûçegihaniya Hrana belav kir, ev hukme ji Saman re hatiye ragîhandin lê li ser daxwaza Saman, dosiyeya wî jib o pêdeçonê car din jib o Dozgehê hatiye şandin.

Saman Neîmî li Heyva Tebaxê a Sala 2011’an de ji aliyê Hêzên Komara Islamiya Îranê ve li ser Sînorên Parêzgehê hatiye dest biserkirin.

Pêka amara Kurdpa, li destpêka Sala 2012’an ve heya niha 3 welatî bi navên “Simko Xurşîdî, Hûşemg Rizayî û Bextiyar Mimarî” bi daleqandinê ve hatine mehkûmkirin.