Girtiyek bi danîna kefaletê hate azadkirin

16:48 - 17 Adar 2021

Roja Sêşemî 26`ê Reşeme, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ferdîn Edwayî”, xelkê gundê “Silên” yê ser bi bajarê Sewlava, bi danîna kefaletê bi awayekî demkî heta bi dawîhatina qunaxên dadresî ji girtîgeha bajarê Merîwanê hate azadkirin.

Tohmeta ku li dijî wî welatiyê hatiye sepandin, “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, hatiye ragihandin.

“Ferdîn Edwayî” roja Duşemî 29`ê Befranbarê, piştî gazîkirina wî bo îdareya Îtila`ata bajarê Sewlava û di heyama binçavkirina xwe de ji “destpêregihîştina bi parêzer” hatibû bêparkirin.