Girtiyê siyasî yê Kurd seyîd “Mihemed Husêynî”, bo parêzgeha Tewrêzê hat dûrxistin

18:37 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Şemî 11`ê Pûşperê, girtiyê siyasî yê Kurd ê bi navê seyîd “Mihemed Husêynî”, bo bajarê Herîs ê ser bi parêzgeha Tewrêzê hat dûrxistin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, dûrxistina seyîd “Mihemed Husêynî” di demekê de hatiye kirin ku navbirî piştî vê ku cezayê xwe qebûl kiriye û dadgehê bi hejmarkirina rojên berê yên girtîgeha wî, girtîgeha navbirî bo du sal dûrxistin kêm kiriye.

Roja Pêncşemî 26`ê Reşema sala 1400`an a Rojî, girtiyê siyasî yê Kurd seyîd “Mihemed Husêynî”, xelkê bajarê Pîranşehrê bi danîna barimteya giran ji girtîgeha bajarê Nexedê hatibû azadkirin.  

Ew girtiyê siyasî yê Kurd bi danîna barimteya du milyard Tumenî bi awayek demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Nexedê hatibû azadkirin.

Rêbendana sala 1400`an a Rojî, seyîd “Mihemed Husêynî” ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê bi serokayetiya dadwer “Xulamî” bi tohmeta “muharibe” bi 8 sal dûrxistin bo bajarê Herîs ê ser bi parêzgeha Tewrêzê hatibû cezadan.

Berê ew girtiyê siyasî yê Kurd bi tohmeta “muharibe” ji rêya endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê ve bi 40 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû cezadan.

Cezayê 40 sal girtîgeh bi dûrxistina seyîd “Mihemed Husêynî” bi sedema kêmasiyên lêpirsînên wî li dîwana bilind a welat hatibû helweşandin û dosiya navbirî bona pêdaçûnê bo dadgehê hatibû şandin û meha Rêbendana îsal carek din dadgehîkirina wî welatiyê li bajarê Mihabadê hatibû lidarxistin.

Seyîd “Mihemed Husêynî” berê endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê bûye û piştî zivirîn bo Îranê, li 19`ê Befranbara sala 1396`an ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.