Girtiyê siyasî yê Kurd “Mihemed Muradî” bo bajarê Qeydar ê ser bi parêzgeha Zencanê hat dûrxistin

19:19 - 3 Tîrmeh (Temûz) 2022

Di heyama çend rojên derbasbûyî de, girtiyekî siyasî yê Kurd ê bi navê “Mihemed Muradî” xelkê gundê “Qebrî Husên” ê girêdayî bajarê Pîranşehrê, bo bajarê Qeydar ê ser bi parêzgeha Zencanê hat dûrxistin.

Her di vê derheqê de çavkaniyeke agehdar bi “Kurdpa”yê re ragihand: “Heyama dûrxistina wî girtiyê siyasî piştî qebûlkirina cezayê xwe, bi hejmartina heyama berê ya girtîgeha wî, bo 7 sal û 6 meh hate kêmkirin.

Roja Şemî 21`ê Reşema sala 1400`an a Rojî, “Mihemed Muradî” bi danîna barimteya 8 milyard Tumenî ji girtîgeha bajarê Nexedê hatibû azadkirin.

“Mihemed Muradî”, ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê ve bi 15 sal dûrxistin bo bajarê Qeydar ê ser bi parêzgeha Zencanê hatibû cezadan û ew cezaye jî roja Şemî 14`ê Reşema sala derbasbûyî bi awayek fermî bi wî re hatibû ragihandin.

Roja Yekşemî 8`ê Reşema sala 1400`an a Rojî, kombûna dadgehîkirina wî girtiyê siyasî piştî redkirina cezayê xwe li dîwana bilind a welat, ji rêya vîdyokonfiransekê ve li taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê hatibû lidarxistin.

Meha Banemera sala derbasbûyî, ew welatiye bi tohmeta “miharibe” ji rêya endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê, ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê bi 40 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hatibû cezadan.

Cezayê “Mihemed Muradî” bi sedema kêmasiyên lêpirsînên wî li taya 34 a dîwana bilind a welat hatibû helweşandin û dosiya navbirî bona pêdaçûnê bo dadgehê hatibû şandin ku destpêkê ew cezaye bi ser “Mihemed Muradî” de sepandipû.

“Mihemed Muradî” berê endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bûye û piştî derkevtin ji endamiyetiya wê Partiyê, meha Xermanana sala 1396`an a Rojî li ser sînorê “Kêlê” yê bajarê Serdeştê zivirîbû Îranê.

Navbirî piştî zivirîn bo Îranê ji aliyê hêzên ewlehî yên girêdayî Îtila`ata Spahê ve hatibû binçavkirin û bona lêpirsînê bo girtîgeha Îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiye piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê li girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê, destpêk bo girtîgeha navendî ya wî bajarî û piştre bo girtîgeha bajarê Nexedê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê temen 35 salî xwedî mal û xwediyê du zarokan e û niha jî li girtîgeha bajarê Nexedê hatiye ragirtin.  

Êvareya roja Yekşemî 21`ê Rezbera sala 1398`an a Rojî, du birayên “Mihemed Muradî” yên bi navên “Ebdulrehman û Sadiq Muradî” li ser sînorê “Kotran” ê girêdayî bajarê Pîranşehrê, li dema kolberîkirin bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hatibûne kuştin.