girtiyê siyasî yê Kurd Keyhan Mukerem dest avête gireva birçîbûnê

18:29 - 12 Kanûna pêşîn 2021

Roja Şemî 20`ê Sermawezê, girtiyê siyasî yê Kurd “Keyhan Mukerem” xelkê gundê “Enbê” yê ser bi devera Tirgewer, li girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember berçavnegirtina gelaleya du fewriyetî bo kêmkirina cezaya girtîgeha xwe, dest avête gireva birçîbûnê.

Çavkaniyek agehdar di wê derheqê de bi “Kurdpa”yê re ragihand: “Ew girtiyê siyasî bi ragihandina gireva birçîbûnê, li rûberûyê efser nîgehbanê girtîgehê dest avête gireva birçîbûnê.

Ew cara 2ê ye ku “Keyhan Mukerem” bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember berçavnegirtina gelaleya du fewriyetî bo kêmkirina cezaya girtîgeha xwe dest dihavêje gireva birçîbûnê.

Herwisa roja Yekşemî 23`ê Cozerdana Îsal, navbirî bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq berçavnegirtina gelaleya du fewriyetî bo kêmkirina cezaya girtîgeha xwe, gireva birçîbûnê girtiye.

“Keyhan Mukerem” çend caran daxwaza cîbicîkirian gelaleya du fewriyetî bo kêmkirina cezaya girtîgeh bo dosya cezaya xwe kiriye, lê heya niha berpirsên girtîgehê û navendên dadweriyê bi daxwazên navbirî ti bersivek nedane.

Ew welatiyê Kurd li 17`ê meha Pûşpera sala 1398`an, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û piştî du meh ji binçavkirina wî, ji girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

piştre ji aliyê taya 2 a dadgeha Şoreş a bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadwer “Şêyxlû” ve, “Keyhan Mukerem” bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, bi 5 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew cezaye li dadgeha pêdaçûnê de hatibû piştrastkirin.